Di lêxistina germê de destwerdana yekemîn heyatî ye

Di lêxistina germê de destwerdana yekemîn heyatî ye

Pisporan diyar kirin ku lêxistina germê ku di mehên havînê de zêde tê dîtin dikare bibe sedema pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê û ragihandin ku nexasim destwerdana rast a di 30 deqîqeyên pêşîn de jiyanê rizgar dike.

Pisporên ku bi zêdebûna germahiya hewayê re beramberî bûyerên lêxistina germê hişyarî dan, bal kişandin ser wê yekê ku bilindbûna germahiya laş a ser 40 dereceyan û xirabûna hişmendiyê re rewşeke xeternak a jiyanî çêdike.

Pisporan diyar kirin ku serxwebûn, windakirina hevsengiyê, jiheveçûn (bihuşçûn), êşa serî, dilxalifîn (dilrabûn) û çermê germ û sorbûyî di nav nîşaneyên herî belav ên lêxistina germê de ne.

Pisporên ku dan zanîn di destwerdana alîkariya yekemîn de divê kesê nexweş bêyî ku demê winda bike derbasî hawirdoreke hênik bibe, pêşniyar kirin ku laş bi ava sar bê hênikkirin û nexasim li devera stû, binçeng û navranan cûxikên (pirtikên) bûzê bêne danîn.

Pisporên ku teqez kirin di navbera saetên 11.00 û 16.00'an de ku saetên herî germ ên rojê ne divê mirov demek dirêj li ber tavê nemîne, bang kirin ku av bi pirranî bê vexwarin.

Her wiha hat bibîrxistin ku divê zarok û kalûpîr bi tu awayî di wesayîtên parkkirî de neyên hiştin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.