1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Di meha Qur’anê de daweta ‘Ziyafeta Qur’anê’
Di meha Qur’anê de daweta ‘Ziyafeta Qur’anê’

Di meha Qur’anê de daweta ‘Ziyafeta Qur’anê’

ÊLIH - Platforma Nifşa Qur’anê ya Êlihê dê roja înê piştî nimêja terawîhan bernameya ‘Ziyafeta Qur’anê’ li dar bixe. Ji ber vê yekê platformê hemî gelê Êlihê dawetê bernameyê kir.

A+A-

Platforma Nifşa Qur’anê ya Êlihê diyar kir ku dê 24ê Hezîranê roja înê piştî nimêja terawîhan wek platform bernameya ‘Ziyafeta Qur’anê’ li dar bixe. Ji ber vê yekê platformê hemî gelê Êlihê dawetê bernameyê kir.

Serokê Platforma Nifşa Qur’anê M. Alî Altun di derbarê mijarê de daxuyanî da. Altun diyar kir ku Meha Remezanê bi xêr û bereketa xwe didome. Dûvre Altun wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku Qur’ana Pîroz a ku wek rêberê jiyanê di vî mehê de ji însanan re hatiye şandin ehemiyeta vê meha rojiyê zêdetir bûye. Divê ku em ji vî meha ku serê vî rehmet, navenda vî mexfîret û dawiya wî jî xilasbûna ji agirê dujehê ye bi şiklekî baş îstîfade bikin. Pêwîst e ku em vî meha wek firseta herî dawî bizanibin û her dem û lehzeyê bi zikr, îbadet û duayan derbas bikin.”

 “Divê ku mizgeft û malên me bibin dibistanên Qur’anê”

Altun bal kişand ev Qur’ana Pîroz a ku mirovahiyê ji tarîtiyê derêxistiye ronahiyê di vî mehê de nizûl bûye. Altun wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ji bo fêmkirin û derkkirina wateya Qur’anê hewl bê dayîn. Divê ku mizgeft û malên me bibin dibistanên Qur’anê. Divê her mumîn ji bo ku tarîtî ji holê rabe û mirovahî bigêhêje ronahiyê Qur’anê hewl bide. Em ji her wextê zêdetir mihtacê fêm û derkkiran Qur’ana Pîroz in. Lewra di vî qerna tarî de însan har bûne û dûçarê nefsa xwe ya ku qet daxwaziyên wê xilas nabe bûne. Eşkere heramî tê kirin; zilm, tuxyan û îfsad di nav jiyana me ya rojane de wekê asayî tê dîtin”

 “Ji bo ku em derkevin ronahiyê divê ku em Qur’anê ji xwe re bikin tac”

Altun ragihand ji bo ku hemî neyînî ji holê rabin divê ku civakekî xwedî Qur’an were sazkirin. Dûvre Altun wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku em ji tarîtiya nefs û batilê xilas bibin divê ku em Qur’anê ji xwe re bikin tac. Dema ku em Qur’ana Pîroz di her demê jiyana xwe de bijîn dê em bigêhêjin vî armanca xwe ya mezin. Wek Platforma Nifşa Qur’anê armanc û daxwaziya me ya herî mezin ew e ku civaka me di bin biratiya Qur’anê de vejî. Bi minasebeta ku em Tîlaweta Qur’ana Pîroz ji dengê herî xweş guhdar bikin em dê 24ê Hezîranê roja înê piştî nimêja terawîhan di Parka Su ya Gultepeyê de bername lidar bixin. Hemî gelê me ya Batmanî dawetê bernamê ne.” (ÎLKHA)


 

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.