Di me’na tarîxî de meha Muherremê û Rojîya Aşureyê

Di me’na tarîxî de meha Muherremê û Rojîya Aşureyê

Cemal Çinarê Niviskar-Lêkolîner destnîşan kir ku girtina rojîya roja Aşurayê sinnet e, pêxemberê me ji bona ku opozîsyon ji Cihûyan re bibe bi tevî roja Aşureyê rojekî berîya wê û rojekî piştê wê jî rojî digirt û tewsîye dikir.

Girtina rojîyê ya di roja Aşurayê (10ê Muharremê) ku di vê pêvajoyêde di tarîxa Îslamê de gelek meseleyên muhîm çêbûne de, piştî rojîyên ferz ji wan rojîyên ew ê herî xêrtir e.

Pêxemberê me (silat û selam li ser wî be) dema ku hîcret dike diçe Medîneyê dibîne ku Cihûyîyên li wê derê roja Aşurayê bi wesîleya roja azadbûna Hezretî Musa ji Fîrewûn e rojî digrin. Pêxemberê me jî ji Hezretî Musa re li gorî Cihûyîyan gelek nêztir e û bi vê wesîleyê girtina rojîyê ya di vê mehê de tewsîye kirîye.

“Di roja Aşureyê de gelek meseleyên muhîm, meseleyên tarîxî pêk hatine”

Cemal Çinarê Niviskar-Lêkolîner di axavtina xwe de destnîşan kir ku di Roja Aşureyê ya ku sersala Hîcrîyê ye de jî gelek meseleyên tarîxî pêk hatine û axavtina xwe weha domand, “Meha Muharremê di hiqûqa Îslamê de jî meha Heram e. Ji 4 mehên ku muşrîkan jî tê de herbê nakin e. Meha muharremê di nav dîrokê de ji gelek meseleyan re şahidîyê kirîye. Vê mehê meheke wisaye ku tê rîvayetkirin Hezretî Adem di vê mehê de hatîye xuliqandin û di vê mehê de hatîye kirin nav beheştê, û dîsa di meha Muharremê de li Erefatê roja Înê bi Hezretî Hewwa re hatîye cem hev, dîsa Hezretî Îbrahîm di roja Aşureyê de ji agir xelas bûye, Hezretî Musa jî di vê mehê de ji behrê xelas bûye, Hezretî Yusuf jî di roja Aşureyê de ji zindanê derketîye. Bi vê şeklê yanê ev meh û roj heta dighêje dewra Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) meseleyên dîrokî ên ewakî çêbûne.”

“Gerek di îbadetan de jî opozîsyon ji Cihûyîyan re bê nîşandan”

Çinar di berdewama axavtina xwe de weha got, “Di dema Pêxemberê me de eshabîyan tên cem Pêxember û ji wî re weha dipirsin, ‘Ey resulê Xwedê! Cihûyîyan di 10ê meha Muharremê de yanê di roja Aşureyê de rojî digrin. Em çi bikin?’ Pêxemberê me jî ji eshabîyan re weha dibêje, ‘Em ji Cihûyîyan zêdetir nêzê Hezretî Musa ne. Ji ber vê yekê hûn jî an di rojên 9-10, 10-11 an jî 9-10-11an de rojî bigrin.’ Di vê meseleyê de jî ev encam tê derxistin ku gerek di îbadetan de jî opozîsyon ji Cihûyîyan re bê nîşandan.”

“Ummet bi şehadetê vejîyaye”

Çinar bi bîr anît ku di meha Muharremê de di roja Aşureyê de meseleyeke dinê yê ew ê herî muhîm jî ev e ku Hezretî Huseyîn di vê mehê de li Kerbelayê hatîye şehîdkirin û weha axavtina xwe weha dawî kir, “Rojên Aşureyê ya berîya facîaya Kerbelayê bi giştî rojên biserketin û xelasîyê bûn lê çima ya Misilmanan bi encameke ewakî encam bû. Çîmkî kînga ku Misilmanan şehadetê bidin li ber çavên xwe û xizmetê bikin ummet vedije. Kînga ku dev ji şehadetê berde jî wek meseleyên dîrokî mirov ji rastîyan mirûz dibîne. Ji ber vê yekê rojîya Aşurayê sinnet e. Ji ber ku Pêxemberê me girtina rojîyê ya di vê mehê de tewsîye kirîye cihê vê mehê ya îbadetê jî heye.” (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.