Di pevçûnên Farqînê de 5 PKKyî mirin
Hat ragihandin ku di pevçûnên Farqîna Diyarbekirê de 5 PKKyî hatin kuştin.
Li navçeya Farqîna Amedê pevçûnên ku li taxên Tekel, Konak û Mescîtê diqewimin kete roja 10emîn. Hat ragihandin 5 PKKyî di pevçûnan de mirin. 2 jê esker bi tevahî 5 kes birîndar bûn. Ji aliyekî din ve hat hînbûn eskerek jî jiyana xwe ji dest da.
Ji teref Walitîya Amedê ve daxuyanî di derbarê mijarê de hat dayin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku 2 zarok bi tevahî 3 kes bi perçeyên şarapnelên narincokê ya ku ji teref PKKyîyan ve hat teqandin birîndar bûn. Ji bo derman kirinê wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.
Ji alîyê din ve di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin ku “Hinek weşanên çapemeniyê diyar dikin ku ‘Di operasyonê de xelk bûye hedef û zaroka ku 5 saliye bi bombê hatiye kuştin. Ciyên ku siwîl hene tê bombe kirin. Bi teyaran bombe tê avêtin da ku gel li dijî wan serî bitewîne.’ Ev îdiayên ku tên gotin ne rastin. Bawerî van xeberan nekin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ji teref Qeymeqamê Farqînî ve nan û zexîre hat belav kirin. (İLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.