
“Di pey temamê darbeyan de sîyonîzma kûrewî û xaçperest hene”
Lêkolîner-Nivîskar Emîn Guneşê ku di konferansa bi navê “28ê Sibatê û Quds”de axivî destnîşan kir di pey temamê darbeyên ku berîya darbeya 28ê Sibatê û piştî wê hatine kirin de sîyonîzma kûrewî û zihniyeta xaçperest heye.
Li Zanîngeha Êlihê ji teref Temsîlkarîya Xwendevanan a Fakulteya Zanistên Îslamî ve konferanseke bi navê “28ê Sibatê û Quds” hat tertîpkirin. Rektorê zanîngehê, mamoste û gelek xwendekar û şexs beşdarî konferansa ku hat tertîpkirin bûn.
Di konferansa ku hat tertîpkirin de Rektorê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Aydin Durmuş axavtinek kir û diyar kir ew ji ber tertîpkirina konferanseke wisa kêfxweş e û got “Pêdivîya me bi neslên ku eql û wûjdanên wan azad bin heye.”
Piştî axavtina rektor, Lêkolîner-Nivîskar Emîn Guneş derbarê ehemîyeta mijarê de qala dîroka darbeyan kir û got: “Di pey temamê darbeyên ku berîya darbeya 28ê Sibatê û piştî wê hatine kirin de sîyonîzma kûrewî û zihniyeta xaçperest heye û li dijî wan jî ewladên vî memleketî, Mislimanên bawermed hene.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.