Di romorka traktorê de cebilxane hat bidestxistin
Li Kerborana Mêrdînê di romorka traktorê de gelek zêde muhîmat û çek hatin bidestxistin.
Polêsan li Kerboranê li ser îxbara ku ji wan re hat xebat dan destpêkirin.Di encama xebatê de di romorka traktora ku hat sekinandin de gelek muhîmat û sileh hatin bidestxistin. 3 kesên ku têkilîya wan hebû hatin binçavkirin.
Li gor agahîyan di traktora ku hat sekinandin de 7 roketavêj, 10 çekên lûle dirêj, 7 bombeyên destan, 43 berikê roketavêjê, 33 carcûr û 2 telsiz hatin bidestxistin.
Ji xeynî muhîmata ku hat bidestxistin, 3 PKKyîyên ku di traktorê de bûn hatin binçavkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.