“Di salên 90an de em ji gundan îro jî ji bajaran derdixin”

“Di salên 90an de em ji gundan îro jî ji bajaran derdixin”

AMED - Li navçeya Baglara Diyarbekirê ya ku qedexeya derketina derve hatiye îlankirin xelkê ku dûçarê koç kirinê bûye diyar kir ku di salên 90an de ji gundê xwe bûye îro ji ji bajar dibe.

Li navçeya Baglara Diyarbekirê ji ber ku qedexeya derketina derve hatiye îlankirin xelk mexdûr bûye. Hat ragihandin ku geh geh şer didome û her wiha tankên ku ji Serfermandariya Diyarbekirê ya 7 emîn deketine li navçeyê tên bicîkirin.

Li navçeya Baglarê di Taxa Kaynartepê de gelê ku ji ber qedexeya derketina mecbûr maye koç bike ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî.

Gelê ku ji Taxa Kaynartepeya Baglarê koç dikin diyar ku wek gel gelek mexdûr bûye.

M.Gyê ku piştî qedexê ji navçeyê koç kir destnîşan kir ku niha li cem xizmên ji mecbûriyê 17 kes di avahiyekê de dimînin. Dûvre M.G axavtina xwe wiha domand: “Li Baglarê şer ji nişka ve dest pê kir. Beriya şerê tu tiştekê tunebû. Însan bi rehetî degeriyana. Di nabeyna 15 deqan de kesên çekdar hatin. Kes tunebû lê dîsa gule berdidin hewa. Ev yek heta sibe domî. Ji ber vê yekê em jî ji navçeyê derketin.”

 “Di salên 90an de em ji gundan me kirin îro jî em ji bajaran derdixin”

M.G, diyar kir ku gelek çek têxistine navçeyê. Ev yek gelek ecêbe. Dûvre M.G, axavtina xwe wiha domand: “Tişên ku em dibînin heta ku ew êrîşê polêsan nekin, polês êrîşê li wan nakin. Gelek çek ji nîşka ve têxistin navçeyê. Ev yek pirr ecêb e. Gelo qey dewlet nikare gel biparêze û ji heqê wan sûtalan were? Heke dewlet nikare ji heqê 3-4 sûtalan were bi rastî mirov êdî nikare tu tiştî bibêje. Bila dawî liv ê yekê were. Di salên 90an de em ji gundan kirin îro jî em ji bajaran derdixin.”

 “Têkiliya vê yekê bi Kurditiyê re tune”

H.A, diyar kir piştî ku şer dest pê kir ew wek malbata 7 kesî çûye cem birayê xwe. Dûvre H.A, wiha axavtina xwe domand: “Rastî em gelek mexdûr bûne. Bes me karîbû ku em cil û bergên xwe bi xwe re bînin. Sifreya me yê taştê jî hej li erdê ye. Me nekarî ku em sifrê berhev bikin. Hinek kesan wan anî vê rewşê. Hinek kes li ser navê Kurditiyê bi wan re bûn. Lê têkiliya vê yekê bi Kurditiyê re tune. Çima li Riha û Elezîzê bûyer tune? Lewra dera ku ew zexm in ew vê yekê dikin.” (ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.