Di sînûrê Serê kanîyê de de dîwar tê sazkirin
Li Serê Kaniya Rihayê di sînûrê Sûrî de bi bloqên bêtonî dîwar tê saz kirin.
Di nabeyna navçeya Serê Kaniya Rihayê û Sûrî de di qada 20 KMyî de dest bi sazkirina diwera bêtonî kirin. Hat ragihandin ku dirêjaya van bloqên bêtonî 3 mêtre û firehiya wan jî 2 mêtre ye.
Li Rihayê di sînûrê Sûrî de qada ku bi tevahî 220 KMyê pêk tê saz kirina dîwarê didome. Gor agahiyên hatine bi dest xistin hat diyarkirin ku di nabeyna navçeya Serê Kaniyê û bajarê Hasekiya Sûrî de dest bi sazkirina dîwarê kirine. Hat destnîşan kirin ku ev dîwer ji bloqên bêtonî yên ku firehiya wan 2 mêtre û dirêjaya wan jî 3 mêtre pêk tên tê sazkirin.
Wek ku tê zanîn dirêjaya sînûrê Tirkîye-Sûrî ji 911 KMyê pêk tê. Sûrî, ji vê 911 KMyê 220 KMyê wî sînûrê Rihayê, 169 KMyê wî sînûrê Entabê, 276 KMyê wî sînûrê Hatayê û 241 KM jî bi Mêrdînê re sînûrdar e.
Her wiha hat diyarkirin dema ku sazkirina vê dîwarê biqede dê li ser vê dîwarê têlên cilêtê were bicî kirin. Hat dîtin ku ewlehiya vê sînûrê zêdetir bûye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.