Di teqîna Dîlokê de 3 polês mirin
DÎLOK - Li Dîlokê dema ku li ser malekî hat girtin kesekî ku wek xwekuj tê diyarkirin xwe teqand. Di encama teqînê de 3 polês jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku li navçeya Şehîtkamîla Dîlokê di Taxa 500 Evlerê de polêsan di ser malekî ku hat diyarkirin DAÎŞî tê de hebûne de girtin. Di dema serdegirtina malê de kesekî ku wek xwe kuj dihat diyarkirin xwe teqand. Di encama teqînê de 3 polês jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.