Di xeta boruya niftê ya BOTAŞê de sabotekirin
RİHA - Di xeta boruya niftê ya BOTAŞê ya ku ji navçeya Swêrega Rihayê derbas dibe de sabote hat kirin.
Li ser Rêbeja Swêreg-Wîranşarê di derdora Gundê Yogurtcukê boruya niftê ya BOTAŞê hat qulkirin dûvre agir hat pêxistin.
Bûyera ku di derdora saet 19.00an de qewimî piştî ku hat bihîstin ekîbên vekujê çûn wir. Piştî xebata 45 deqîqan agir hat kontrolkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.