Digel Agirbestê Êrîş Didomin
Li Ğezzeyê digel agirbestê jî, yekîneyên ordiya Îsraîla îşgalker li başûrê Ğezzeyê, rasthatî gulle bera erdên çandiniyê û malan dan.
Li Ğezzeyê digel agirbestê jî, yekîneyên ordiya Îsraîla îşgalker li başûrê Ğezzeyê, rasthatî gulle bera erdên çandiniyê û malan dan. Êrîş li rojhilatê Xan Yûnûsê pêk hat. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Qûdra beyan kir ku di hedîseyan de tiştek bi kesî nehatiye.
Hejmara şehîdan jî zêde dibe. Qûdra îfade kir ku hejmara şehîdan gihaye hezar û 980. Hejmara kesên birîndar bi ser 10 hezar û 196 kesan ketiye.
Li herêma Sîlwana Ramallahê, ji bo Ğezzeyê protestoya destekê hat nîşandan. Eskerên îşgalker midaxela protestoyan kir. Di midaxelayan de 3 filistînî bi fîşekên plastîk û heqîqî birîndar bûn, bi dehan kes jî ji gazê êşiyan. Li Furîka Nablûsê jî di midaxelayan de 2 filistînî birîndar bûn.
Li hêla Quds û Şerîaya Rojavayê di hedîseyan de, heta niha 34 kes hatine qetilkirin, gelek mal û dikan marûzî operasyonên hêzên îşgalker bûne.
Li aliyê din Hamasê gazî kir ku grûbên Filistînî li hêla Şerîaya Rojavayê dest bi berxwedanê bikin. Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî, bi beyana nivîskî got ku li hêla Şerîaya Rojavayê, îxlal û cînayetên Îsraîla îşgalker berdewam in. Ji ber vê yekê Hamasê ji grûban xwest ku dest bi Berxwedana Filistînê bikin da ku rê li ber îxlal û cînayetên zêdetir bigrin.
Dengê Xana Axpar
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.