Digel temamê nakokî û îxtîlafên di nav me de birayên me yên mumin hezkirinê heq dikin
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku li Enqerê beşdarî bernameya fitarê ya ku ji teref partiya wî ve hat tertîpkirin bû destnîşan kir digel temamê nakokî û îxtîlafên di nav me demumin hezkirinê heq dikin.
Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve li Enqerê bernameya fitarê hat tertîpkirin. Gelek siyasetmedar, temsîlkarên STKyan, rîspî, endamên çapmeniyê û karsaz beşdarî beranameya fitarê bûn. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê beşdarî bernamê bû di bernamê de dide derheqê rojevê de nirxandinan kir.
“Li Yemenê hejmara kesên ku ji ber nexweşiya kolerayê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 600î”
Yapicioglu di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de di derheqê qeyrana însanî ya li Yemenê de nirxandinan kir û wiha got: “ Ez ji Rebbê xwe niyaz dikim ku meha Remezanê ji temamê ummetê û alema Îslamê re bibe wesîleya xêran. Remezan li çar aliyê alema Îslamê bi coşeke mezin hat pêşîwazîkirin. Şadiya fitarê li alema Îslamê tê jiyan. Lê belê li hinek beldeyên alema Îslamê gelek zêde tevlîhevî, qeyran û şer hene; hetta ji ber van şeran li van deran gelek mişkîleyên mîna ava pqaij, birçîbûnê hene. Hûn jî dizanin li Yemenê ji ber tunebûna ava paqij hejmera kesên ku ji nexweşiya kolerayê jiyana xwe ji dest dan derket 600î.”
“Ji bo Xwedê em di nav xwe de hiqûqa biratiyê tesîs bikin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo Xweda em di nav xwe de hiqûqa biratiyê di nav xwe de tesîs bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Malûmê we ye; Li Tirkistana Rojhilat zilm her roj zêde dibin, ew bûyerên li Afrîkaya Navîn ên ku ev demek bû sekinîbûn dîsa dest pê kirin. Li Afrîkaya Navîn Xiristiyan, li Myanmarê Budîst, li Filistînê Siyonîst, li Tirkistana Rojhilat ateîst û taoîst zilmê dikin û kesên ku li her derî zilm li wan tên kirin birayên me ne. Ew ewladên vê ummetê bi he dilebikin û xwîna hev dirjînin. Em jî dibêjin; Ey milletên Îslamê! Ew qas êrîş ji derve ve li me tên kirin, divê di vê pêvajoyê de em îxtlafên xwe di nav sikûnet, aştî û silhê de çareser bikin; ger em nikaribin çareser bikin qet nebe divê em taloqê bidin wan îxtilafên xwe. Bi hev nelebikin û şer nekin û xwîna hev nerjînin. Rijandina xwîna hev zilmeke mezintir e. Ji bo Xweda em di nav xwe de hiqûqa biratiyê di nav xwe de tesîs bikin.”
“Tu meseleyê me yê ku çareser nebe û neyê çareserkirin tune ye”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala edalet û biratiyê kir û wiha got: “ Bi rastî jî em bûbana bira û ger weke ku Xweda ji em xwestiye em riayetî hiqûqa biratiyê kiribana û ger me meseleyên xwe di çarçoveya edaletê de çareser kiribana û niyeteke me wisa hebana bawer bikin ev qas tevlîhevî û qeyranên me çênedibûn û kesên ku dixwazin mudaxeleyî karên welatên Îslamê bikin bi hêsanî nikaribûn mudaxele bikin, her wiha ew ê nikarîbana tovên fitnê di nav Mislimanan de bireşînin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.