
Dîmenên nû yên Nisêbînê derketin holê
DİYARBEKİR - Dîmenên nû yên Nisêbîna ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike derketin holê.
Di 14ê Adarê de ji bona çalên ku ji teref PKKyiyan ve hatibûn vedan bên girtin û ji bo barîkatên ku hatibûn danîn bên rakirin qedexeya derketina derve hatibû îlankirin ku ev qedexe kete roja 101emîn.
Li navçeya ku operasyon lê bi dawî bûne dîmenên nû derketin holê. Li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Zeynel Abîdîna ku lê pevçûnên tund pêk hatibûn û çekên giran hatibûn bikaranîn avahî bi temametî texrîb bûne.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.