Dîmenên wesayîtên ku li Bedlîsê ji teref PKKê ve hatibûn şewitandin hatin dîtin

Dîmenên wesayîtên ku li Bedlîsê ji teref PKKê ve hatibûn şewitandin hatin dîtin

BIDLÎS - Dîmenên wesayîtên ku PKK li ser Rêbeja Bedlîs-Diyarbekirê di mintiqa Avê Wexfê de şewitandibûn derketin holê.

PKK li ser Rêbeja Bedlîs-Diyarbekirê di mintiqa Avê Wexfê de rê birîbû, gel rehîn girtibû û dûvre 11 wesayîtan şewitandibû. Dîmenên di derheqê wê texrîbatê de derketin holê.

Komek PKKyiyên ku ji 10 kesan pêk dihat doh di derdora saetên sibê de wesayîtan têxistibû nav tunelê û şewitandibû. Piştî ku koma PKKyî ji hawîrdor revîn texrîbata ku pêk anîbûn derket holê.

Tê dîtin ku li hawîrdora Avê Wexfê 6 TIR hatine şewitandin. Her wiha dîsa tê dîtin ku di derketina tunela duyemîn de jî 2 tirên bar dagirtî bûne rejî. Bi tevahî tê dîtin ku 11 wesayît hatine şewitandin.

Her wiha hat dîtin ku xebatên rakirina wesayîtên ku hatine şewitandin didome û gelek wesayîtên leşkerî jî li hawîrdor hatine bicîkirin. (ÎLKHA)

 









 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.