Dînçer: Kurdî Dibe Bibe Dersa Bijartî

Dînçer: Kurdî Dibe Bibe Dersa Bijartî

Wezîrê Perwerdehiya Millî ‘Omer Dînçer, beyan kir, dibe ku Kurdî li mekteban bibe dersa bijartî.

Wezîrê Perwerdehiya Millî ‘Omer Dînçer, beyan kir, dibe ku Kurdî li mekteban bibe dersa bijartî.

 

Wezîrê Perwerdehiya Millî Ömer Dînçer, tevlî programeke di televizyonekê de bû di derbarê “Perwerdehiya Bi Kurdî” û “Dersa Dîn a mecbûrî” de beyanatan da.

 

Wezîr Ömer Dinçer, di derbarê zimanê Kurdî de ku di mekteban de bi xwesteka telebeyan bê xwendin musbet xeberda.

 

Dînçer Go: “Ez di wê qene’etê de me ku Kurdî li gor xwesteka teleba dikare li mekteba bibe ders û bê xwendin.”

 

Dînçer dîsa go: “Heger hûn sîstemeke esnek çêdikin û di nav vê sîstemê de Almanî, Îngîlîzî didin xwendin, çima nebe ku hûn zimanê gelek welatiyên xwe Kurdî ders nedin û nedin xwendin?”

 

Van beyanatên Dînçer ji alî zimannasên Kurdî gelek musbet hatin dîtin. Zimannasan gotin: “Heger di vê derbarê de gavek bê avêtin emê destek bidin van gavê hikûmetê.” (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.