Divê em dev ji îxtîlafan berdin û bi dijminên Îslamê re micadele bikin

Divê em dev ji îxtîlafan berdin û bi dijminên Îslamê re micadele bikin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglamê ku ji bo ziyaretinan çû Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, divê Misliman dev ji îxtîlafan berdin û bi dijminên Îslamê re micadele bikin.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo ziyaretinan çû Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Saglam û lijneya pê re çûn serdana Dezgayî Ronakî.  Serokê Giştî yê Dezgayî Ronakî Ehmed Balîsanî û endamên lijneya birêveberîyê Saglam û lijneya pê re pêşîwazî kirin.

Ehmed Balîsanî ji ber ziyareta ku li wan hatiye kirin kêfxweşîyên xwe ji bo lijneya HUDA PARê anî zimên û di xebatên HUDA PARê de ji wan re serkeftin daxwaz kir.

Di ziyareta ku hat kirin de rewşa dawî ya siyaseta li Tirkîyê û geşedanên herêmî hatin gotûbêjkirin û derheqê rewşa xelkê Kurd de nêrîn hatin anîn zimên.

“Çareya zehmetî û problemên di nav ummetê de wehdet e”

Îshah Saglam di ziyareta ku kir de destnîşan kir, dîn û derdê ummeta Îslamê yek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çareya zehmetî û problemên di nav ummetê de wehdet e. Ev yek jî encax dema ku ummet bi şiûr bû dibe ku bê çareserkirin. Em  hewl didin ku civakeke Îslamî derkeve holê. Ji bo vê yekê em li li Tirkîyê û Kurdistanê siyasetê dikin.”

“Ji kîjan qewmî dibe bila bibe ew kesê ku ji Îslam û Mislimanan re xizmetê dike birayê me ye”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo civakeke Îslamî derkeve holê pêwîst e temamê camîayan pêkve hereket bikin û divê bê zanîn ku çareserîya problemên civakê di Qur’anê de ye. Saglam dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hewl didin ji bo Îslam û Mislimanan re xizmetê bikin. Referansa partîya me Qur’an e. Ji ber ku wê yekê em ferqê naxin navbera tu qewman. Piştî ku ji Îslam û Mislimanan re xizmet kir, ji kîjan qewmî dibe bila bibe ev yek ji bo me qet ne muhîm e. Ji kîjan qewmî dibe bila bibe ew kesê ku ji Îslam û Mislimanan re xizmetê dike birayê me ye.”

“Ji bo damezrandina dewleta Îslamî divê micadele bê dayîn”

Saglamê ku diyar kir divê Misliman dev ji wan îxtîlafên di nav xwe de berdin di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Ew kesên ku dibêjin ‘Rebbê me, kitêba me, qibleya me û pêxemberê me yek e’ divê pêşî terka wan îxtîlafên di nav xwe de bikin. Ji ber vê yekê temamê cameatên Îslamî micadele bikin da ku dewleteke Îslamî ya ku dê li temamê dinyayê hukum bike bê damezrandin. Bi hezarana nirxên hevpar ên Mislimanan hene, Misliman dikarin li dora van nirxan li hev bicivin. Lê belê ji ber wan îxtîlafên biçûk ji hev vediqetin û dibin perçe perçe û dibin xurekê emperyalsîtan.”

“Divê em dev ji îxtîlafan berdin û bi dijminên Îslamê re micadele bikin”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi salan micadele didin da ku Misliman hêzên xwe bikin yek û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dibêjin, Misliman divê muheqqeq dev ji îxtîlafan berdin û xwe bi wan muqaddesatên ku dê wan bînin ba hev bigirin. Ew jî Qur’ana Xwedê û sunneta Resûlullah e. Divê em dev ji îxtîlafan berdin û bi dijminên Îslamê re micadele bikin. Piştî ku hakimîyeta emperyalîzmê ji holê rabû re em ê bi hêsanî karibin wan îxtîlafên biçûk en di nav xwe de çareser bikin. Lewra temamê kufrê bûye yek û dixebite da ku Îslam û Misliman ji holê bên rakirin.”

“Kurd bi Îslamê bûn xwedî şeref”

Saglam di dawîya axavtina xwe de derheqê Kurdan de jî nirxandinan kir û weha got: “Kurd çi dema ku xwe bi Îslamê ve girtin bûn xwedî izzet. Îslam berî ku were Diyarbekirê, xizmetkarê Roma û Farisan bûn. Çawa bûn Misliman ew digel birayên xwe yên Ereb Bidlîsê fetih kirin.Kurd bi dara zorê bi şikleke azad Îslamê qebûl kirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.