Divê em betlaneya havînê bi hînbûna Qur’anê derbas bikin

Divê em betlaneya havînê bi hînbûna Qur’anê derbas bikin

Miftîyê navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê Alettîn Bozkûrt bangî dê û bavan kir da ku zarokên xwe bişînin qursên Qur’anê yê havînê.

Miftîya navçeya Yenîşehîrê Alettîn Bozkurt di derbarê kursên Qur’anê de ji ÎLKHAyê re wiha axivî: “ Hemû kesên ku li ser 4 salî ne dikarin beşdarî kursan bibin.  Ew ê kurs 22ê Hezîrana 2015an de  dest pê bike û ew ê heta 22ê Tebaxa 2015an bidome.”

“Li kursan dersên Qur’an û dînî tên dayîn”

Bozkûrt axavtina xwe wiha domand: “ Ew ê li kursan rojane 3 saet ders bê dayîn. Ji van 3 saeta 2 saet dersa Qur’anê û saetek jî dersa siyer, exlaq û eqîdê bê da Kesên 4 salî û wir ve dikarin qeydên xwe li kursan bikin.

 “Bila dê û bav zarokên xwe bibin kursên Qur’anê yên herî nêzîk”

Bozkurt wiha dawî li axavtina xwe anî: “Temamê dê û bavan bi hînkirina Qur’anê ji zarokên xwe re berpirsîyar in. Resûlê Xwedê di hedîsê xwe de dibêjî hûn hemû şivan in, hûn ji hemû  tiştên di bin destê xwe berpirsîyar in. Mîrasa herî baş ji bo zarokan, perwerdehîyekê xweşik e, hîn kirina camîyê ye. Bila dê û bav deste zarokên xwe bigirin û wan bibin kursên Qur’anê û camîyan.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.