Divê ji kesên ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin re rêya darizandina ji nû ve bê vekirin

Divê ji kesên ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin re rêya darizandina ji nû ve bê vekirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Ridvan Kaya di der barê mehqûmên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin de nirxandinan kir û diyar kir ne tenê kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin bi heman awayî ji kesên ku di 28ê Sibatê de hatine mexdûrkirin re jî pêw

Serokê Giştî yê Ozgur-Derê Ridvan Kaya piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê di debarê mehqûmên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin de nirxandinan kir û di derbarê teşebûsa darbê de wiha axivî: “Piştî ku xelk wê rabûna 15ê Tîrmehê bi berxwedanekê qewirand re texrîbata ku ji teref vê çeteya darbeker ve di qademeyên cûrbecûr de pêk anîne tên nîqaşkirin. Ne tenê kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin bi heman awayî ji kesên ku di 28ê Sibatê de hatine mexdûrkirin re jî pêwîst e rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.”

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê li ser van bêhûqîqiyên ku hatine kirin bê sekinîn û doz bên ronîkirin.Kaya dû re wiha pê de çû: “Wiha xwuya dike Gulenîst ji bo ji hesabên xwe yên rêxistinê re xizmetê bikin di qademeyên darazê de bicîbûne.Divê bi şikleke berfireh li ser vê yekê bê sekinîn.Çawa ku ji rexekî ve kesên sûcdar tên tespîtkirin û ceza didin wan , bi heman awayî divê kesên masûm yên ku neheqî li wan hatine kirin bê telafîkirin.Weke ku Serokomar jî diyar kir ji bo pêşîya van mexdûriyetan bê girtin divê rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.”

Kaya di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir teleba wan a  ji nû ve darizandinê ya însanên mexdûr nayê guhdarkirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Gelo tiştekî ku Wezareta Edaletê li dijî van bêhûqîyan bike nîne?”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.