“Divê ku Misliman hertim hêvîdar bibin”
Lêkilîner û Nivîskar Abdulkadîr Turan bal kişand ku misliman di xala werçerxê de ne û dûvre destnîşan kir divê ku misliman hertim hêvîdar bibin.
Komeleya Ramanan a Zanîngeha Artukluya Mêrdînê konferansekê bi navê ‘Rojava, Tirkîye û Îslam’ lidar xistin. Bername di Salona Valî Kiliçlarê ya Avahiya Rektortiya Zanîngeha Artukluyê de hat lidar xistin û Lêkilîner û Nivîskar Abdulkadîr Turan wek gotarvan beşdarê vê bernamê bû.
“Taybetiya avdaniyê ya Mislimanan Ewrûpayiyan gelek bandordar kiriye”
Lêkilîner û Nivîskar Abdulkadîr Turan bi mînak dane re dest bi axavtina xwe kir. Turan diyar kir ku artişên Îslamê tu derî wêran nekirine. Berevajî mislimanan van deran avadan û saz kirine. Turan di derbarê Mogolan de wiha axivî: “Xelkê Mogolê di erebeyên çerxedar de dijîna. Lê piştî ku bûn misliman Kirimê avadan kirin. Di wê wextê de nifûza Ewrûpayê 30-40 hezar însan e. Ew Kirimê dikin wek bajarekê metropol. Niha nifûza bajarên metropolan 750 hezar e. Lê ew di wê çaxê de bajarekê yek milyonî saz dikin. Mislimanan bes Endilûsê avadan nekirine. Derên wek Kirim, Qafqasya, Hindîstan hwd avadan kirine. Derê ku misliman çûne wir wê derê ji nû ve saz kirine. Ev avadan jî Ewrûpayiyan di te’cûbê de hêştiye.”
“Artişên Îslamê wêran nakin, qetlî’em nakin, pîrek û zarokan nakujîn”
Turan destnîşankir ku artişên Îslamê derên ku fetih dikin avadan dikin û dûvre ji fetha Diyarbekirê mînak da. Turan wiha pêde çû: “Dînekê bifikirin ku piştî fetihkirina 6 mehan dikeve nav bajêr. Sembola fetihkirinê jî dêran dikin mizgeft. Lê mêze dikin ku jimara mislimanan kêm e. Ji ber vê yekê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ji 3 beşên wê bes beşekê misliman ji xwe re digirin. Dibêjin ev besê me ye û li wir misliman îbadetên xwe dikin. Artişên Îslamê wêran nakin, qetlî’em nakin, pîrek û zarokan nakujîn.”
“Dê herba heq û pûçiyê heta qiyametê bidome”
Turan diyar kir ku dîrokvan bi şiklekî bi bawer dibêjin ‘Em hatin dawiya dîrokê’ lê wehî vê yekê wiha nabêje. Dûvre Turan axavtina xwe wiha domand: “Wehî yanê herba heq û pûçiyê dê heta qiyametê bidome. Digot nekevin xefletê. Mûmîn her wext xwedî viyan in. Ji bo viyanê jî divê ku bawerî ji feal bibe. Navendên me yên ‘ilmê li paş ketiye. Hilberî jî sekiniye. Lê mifteha pêşve ketinê Rojava bidest xistiye. Mifteha pêşve ketine ‘bixwîne’ bû. Xwedê Teala, Rehman e. Kafir bixebite Xwedê Teala dide wê. Misliman bixebite Xwedê Teala dide wê.”
“Qethiyen dê em wan di te’ecûbê de bihêlin”
Turan bal kişand ku misliman di xala werçerxê de ne û dûvre destnîşan kir divê ku Misliman hertim hêvîdar bibin. Dûvre Turan axavtina xwe wiha domand: “Em dê an bibêjin bes e û em dê teslîm bibin. Ev yek jî bê hêvîdariye. Mana bê hêvîdarî jî karê kafiran e. Divê ku Misliman hertim hêvîdar bibin. Bi her şiklê serfirazî yê mislimanan e.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.