“Divê miletê kurd çarenûsa xwe bi destên xwe tayîn bike”
TKDP di daxuyanîya çapemenîyê da de destnîşan kir ku divê miletê kurd çarenûsa xwe li ser van axên ku dijî bi destên xwe tayîn bike.
Komek alîgirên Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyeyê li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanîyeke çapemenî da. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyar kirin ku divê miletê kurd li ser vê axa ku dijî çarenûsîya xwe bi destên tayîn bike.
Perva Tura ya ku Serokê Şaxê Jinan a TDKPyê di daxuyanîya ku xwend de dest nîşan kir ku xweserîya Kurdistanê dê ji bo miletê kurd gelek derîyan vebike.
Tura di daxuyanîya ku xwend de di derbarê Kurdistanê de wiha got: “ Pirsgirêka kurdan a yekemîn yekbûna çar parçeyên Kurdistanê û xweserîya Kurdistanê ye. Miletê kurd jî wekî her miletî divê li ser van axên xwe yên dîrokî hikm bike û divê çarenûsa xwe bi destên xwe tayîn bike.”
Tura di dewama daxuyanîya çapemenîyê de wiha ragihand:” Miletê kurd jî mîna wan dewletên din dixwazê li ser axa xwe di nava aşîtî û aramîyê de bijî. Hêzên dagirker vê xwesteka kurdan a aştîyane û mirovane red û înkar kirin. Di derbarê xweserîya Başur û di derbarê xweserîya her sê parçeyên din a Kurdistanê de fikr û ramanê me ev e ku; di rêya xweserîya Kurdistanê de divê bila fikrî be bila cesedî û bedenî be ji bo destek û piştgirîyê bêşik em amade.”
Tura di dawîya daxuyanîya çapemenîyê de destnîşan kir ku ji bo jiyanekî birûmet xweserîya Kurdistanê pêwîst e.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.