'Divê mustezef li dijî zaliman rabin ser piya'

'Divê mustezef li dijî zaliman rabin ser piya'

Ji teref Cemîyeta Mustezefan a şaxa ‘Entabe ve, bi bona 'Hefteya Mustezefên a Cîhanê' konferansek hat lidarxistin.

Konferans ji teref Abdûlqadîr Ustundağ ve bi xwendina Qûrana pîroz dest pêkir.

Dûre li ser Helebçe û mezlûman sirûd hatin xwendin û kesên beşdarî bernameyê bûbûn dilzîz bûn.

Ji endamên Cemîyeta ‘Aliman û Medreseyan ÎTTÎHADê Beşîr Şîmşek, beşdarî bernameyê bû. Şîmşek bal kişand ser grîngîya 'Hefteya Mûstezefan' û îfade kir ku divê hemî gelê Mustezaf li hember Mustekbîran destê xwe bidin hevdû û ji hevra bibin piştevan û alîkar.  

Şîmşek di axaftina xwede behsa bûyer û hovitiya di 6 û 7ê Cotmehêde hatibû rast kirin de kir. Şîmşek ji bo Yasîn û hevalên wî yên ku goştê Qurbanê li xizan û hewcedaran belav dikir weha pirsî ? Ka hûn dibêjin gunehê Yasîn Boru û hevalên wî çibû gelo? Bi wê hovitiyê hatin qetilkirin. 

Şîmşek di dawiya afaftina xwede jî da zanîn ku heta kesên Mûstezef li hember kesên mustekbîr ranebin piya, ne mimkune ku ji bin vê zulmê xelas bibin.

Bername bi xelatkirina kesên di îmtîhana sîyera wîladeta pîroz ya sala 2015an de derence wergirtibûn dewam kir û bi xwendina dûayê bi dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.