Divê Tirkîye qerara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî baş bixwîne
Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkadestnîşan kir ew qerara ku li Neteweyên Yekbûyî hatiye standin bo temamê Sûrîyê derbasdar e.
Ji teref Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîka ve derbarê agirbesta li Sûrîyê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de ji teref Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîka destnîşan kir ew qerara ku li Neteweyên Yekbûyî hatiye standin bo temamê Sûrîyê derbasdar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê Tirkîye qerara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî baş bixwîne.”
Nauert di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir di deqa agirbestê de bes navên El Kaîde, El Nusra û DAIŞê derbas dibe û operasyonên li dijî van ne di nav de wekî temamê operasyonên din dikevin nava agirbestê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.