“Divê Zanîngeha Sêrtê ji çewtiya ku kiriye vegere”

“Divê Zanîngeha Sêrtê ji çewtiya ku kiriye vegere”

Civatê Ramanê(Düşünce Topluluğu) ya Zanîngeha Mêrdînê ji dûrkirina endamên Ciwaniya Aktîf(Aktif Gençlik) ya Zanîngeha Sêrtêya ji teref Zanîngeha Sêrtê ve re bertek nîşan da û destnîşan kir divê îdareya zanîngehê demildest ji ve çewtiya ku kiriye vegere.

Her weke ku tê zanîn  sala borî kesên PKKyî êrîşî xwendevanên mutedeyyîn ên ku xwestibûn bernameya Wîladeta Pîroz lidarbixin kiribûn ku ev xwendevanên ku li rasta êrîşa PKKyiyan hatibûn ji teref Rektortiya Zanîngeha Sêrtê ve ji zanîngehê hatin dûrxistin. Ji ber vê dûrxistinê hêj bertek berdewam dikin.

Ji ber vê dûrxistinê, Civatê Ramanê ya Zanîngeha Mêrdînê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da, di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin qerara ku hatiye dayîn qerareke sosret e û ew vê qerarê şermezar dikin.

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de wiha hat diyarkirin : “Sala borî ji teref Civata Ciwaniya Aktîf ve li Zanîngeha Sêrtê hat xwestin Bernameya Mewlûda Pîroz bê lidarxistin ku kesên PKKyî  êrîşî endamên vê civatê kirin û ji wan re gotin ku hûn nikarin li vê derê belavokan belav bikin.Piştî van gotinan, kesên PKKyî bi kevir û daran êrîşî endamên civatê kirin.Her çi qas êrîş li endamên Ciwaniya Aktîf a Zanîngeha Sêrtê hatibe kirin jî  îdareya zanîngehê ne di derheqê êrîşkaran de di derheqê kesên ku rasta êrîşê hatin de lêpirsîn vekir û di encama lêpirsînê de di derbarê endamên Ciwaniya Aktîf a Zanîngeha Sêrtê de qerareke sosret hat dayîn.Di encama qerara ku hat dayîn 8 endamên civatê ji zanîngehê hatin dûrxistin û her wiha fealiyetên vê civatê jî hatin qedexekirin.”

 “Em li benda birêvebiriya zanîngehê ne ji vê xeletiya ku kiriye demildest vegere”

Di daxuyaniya ku hat dayîn de bang li kadroya îdarî ya zanîngehê hat kirin û wiha dawî li daxuyaniyê hat dayîn: “ Zanîngeh cihên fikr û ramanên azad in. Di vê dorhêla ku xort fikrên xwe lê tînin ziman dema ku rasta êrîşên bê tehemmul hatin divê li dijî wan kesên êrîşkar bê rawestin ne li dijî kesên ku rasta êrîşê hatine.Divê ew kesên ku êrîş lidarxistine ji zanîngê bên dûrxistin.Em benda birêveberiya zanîngehê ne ku xeletiya ku kiriye fêm bike û ji xeletiya ku kiriye demildest vegere.Em vê qerara sosret a ku hatiye dayîn şermezar dikin û em dixwazin bibêjin ku em her tim li ba Ciwaniya Aktîf a Zanîngeha Sêrtê ne ”(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.