Dîyanetê Papa Rexne Kir
Serokê Karên Dîyanetê Mehmet Görmez, bal kişand ser êrîşên ku di van salên dawîn de li camîya tên rastkirin û tewra Watîqanê rexne kir. Görmez da zanîn ku li Almanyayê ji sala 2001ê û heta 2013an her sal teqrîben 22 camî marûzî êrîşan bûne û ev hejmar di
Serokê Karên Dîyanetê Mehmet Görmez, piştî guhertina kabîneya nû di bernameya xatirxwazîyê ya ji bo alîkarê serokwezîr Emrûllah Îşlerê ku dev ji wezîfa xwe berdide de axivî.
Gormez îfade kir ku dînê Îslamê û alema wê di pêvajoyên herî dijwar ên dîrokê re derbas dibe. Mehmet Gormez weha got: “Pirsgirêka herî mezin ya ku îro ‘alema Îslamê jê re marûz dimîne, kîjan hêz dibe bila bibe ne hewce ye ku em bi nav bikin, dixwazin hebûna Îslamê ya hema li yek welatekî bibe pirsgirêka ewlehî û meşrûîyetê.”
Mehmet Görmez da zanîn ku li Elmanyayê ji sala 2001ê û heta 2013an her sal teqrîben 22 camî marûzî êrîşan bûne û ev hejmar di sala 2013an de 36, di 2014an de jî gihaye 70.
Mehmet Görmez beyan kir ku di serî de Watîqan divê hemî sazîyên dînî li ser vê meselê bisekinin û weha dewam kir: “Ev bi şuştina lingê qîzeke ciwan û bi lidarxistina tûrnûvaya maçên fitbolê ya ji bo navbera olan çê nabe. Lazim e ku mirov li gorî hîkmetên dînên îlahî tevbigere û pêşîya êrîşên li ser mensûbên dînê Îslamê bigre. Divê pêşî li ber hereketên ku mensûbên dînê Îslamê ji xwe nahesibînin û dijminatîyê dikin bên girtin. Di vî warî de perpirsyarî û wezîfeyên pir mezin dikeve ser milê Dîyanetê.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.