Diyar Diyar Eşqa Pêxember

Diyar Diyar Eşqa Pêxember

Platforma Evîndarên Pêxember, îsal bi navê “Qurana Dimeşe Hz. Muhemmed ‘eleyhîsselat û wesselam” bernameyên mewlûdê li dar dixe

Platforma Evîndarên Pêxember, îsal bi navê “Qurana Dimeşe Hz. Muhemmed ‘eleyhîsselat û wesselam” bernameyên mewlûdê li dar dixe. Ji şerqê heta ğerbê, ji bakur heta başûr li seranserê welêt, bernameyên mewlûdê tên rastkirin.

  Bi vê minasebetê li Bozüyüka Bîlecîkê, bernameyek hat lidarxistin. Pey tîlaweta Qurana Kerîm, grûba Îkrayê ya îlahiyên, li ser pêxemberê me gotin.

  Dûre mewlûd hat xwendin û piştre jî îlahiyatvan Nezîr Tûnç behsa heyeta pêxemberê kir û da zanîn ku Resûlê Xweda, emrê Xweda xistiye heyata xwe. Perwerdekar Mahmût Aytekîn jî beyan kir ku wê însaniyeta ku îro di nav qirîz û buhranan de ye, encax bi rêbertiya hz. Resûlullah karibe xelas bibe.

  Edreseke din ya mewlûdê, Menemena Îzmîrê bû. Bernameya Platforma Evîndarên Pêxember, bi xwendina Quranê dest pê kir.

  Temsîlkarê komela Umut Kapisiya Îzmîrê Kerem Kalkan, xeberdana destpêkê kir. Dûre nivîskarê Doğruhaberê Seîd Şahîn li ser rêbertiya hz. Resûlullah axivî. Bername bi îlahiyan coş bû û bi duayê qediya.

  Her wiha li Misirc û Dihêya Sêrtê jî, bernameyên mewlûdê hebûn. Li Misircê bername bi xwendina Quran û mewlûdê dest pê kir, bi îlahiyan dewam kir. Mela Osman Teyfûr bi kurdî xeber da û îfade kir ku şîretên resûlullah, emr û ferzên Quranê rêya hîdayetê ye.

  Li Dihê jî pey xwendina Qurana Hekîm, hunermendan mewlûd û îlahî xwendin. Serekê Cemiyeta Aliman Mela Enwer Kiliçaslan, bi kurdî xeber da. Seydayê Mela Enwer da zanîn ku divê ehlê îmanê bidin dû rêya Resûlullah, lewra xelasî bi dînê hz. Muhemmed e. Bername bi xwendina duayê qediyan.

  Li Bismila Diyarbekirê jî coşa Muhemmedî hebû. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Mewlûdxan û grûba îlahiyan millet coş kir.

  Berdevkê platformê Yahya Oğraş li ser ehemmiyeta Quran û sunnetê xeber da. Lêkolîner Vedat Turgut jî bi kurdî behsa hz. Resûlullah kir. Pey îlahiyan, bername bi xwendina duayê qediya.

  Bernameya mewlûdê li Adîlcewaza Bedlîsê jî hat lidarxistin. Xelkê navçeyê eleqeyeke mezin nîşanî mewlûdê da. Di bernameyê de Quran û mewlûd hatin xwendin. Ji hunermendên Ajansa Özlemê Bîlal û zarokên biçûk, îlahiyên xwe gotin. Perwerdekar Ertan Tay li ser eşq û evîna pêxember sekinî. Bername bi duayê qediya.

  Platformê li Nisêbîna Mêrdînê jî salvegera wîladeta pêxember pîroz kir. Millet bi tekbîr û selewatan tevlî bernameya mewlûdê bûn. Pey tîlaweta Quranê û xwendina mewlûdê, îlahî û helbest hatin gotin.

  Millet li ber xwendina mewlûdê hestiyar bû. Ji alimên herêmê mela Celal Bozdaş behsa heyata ronya çavê me kir. Bername bi duayê bi dawî bû.

  Her wiha li gundan jî eşq û coşa Muhemmedî heye. Li gundê Ezzikajor yê Batmanê bernama mewlûdê hat lidarxistin. Pey xwendina Quran û mewlûdê, îlahî hatin gotin. Şêxmûs Ulek li ser pêxemberê me xeber da.

  Li gundê Xeltûjkana Erğeniyê jî, wîladeta pêxemberê me hat pîrozkirin. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û bi mewlûd û îlahiyan dewam kir.

  Mela Kerbela Şanli xeber da û îfade kir ku pêxemberê me, li ser ummeta xwe diricife, divê em jî xwe liyaqî ummetbûna wî bikin.

BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.