Dora Sûrê ji bloqên bêtonê tê dûrpêçkirin

Dora Sûrê ji bloqên bêtonê tê dûrpêçkirin

Bi binasiya ewlehiyê dora navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku hêj jî qedexeya derketina derve didome ji bloqên bêtonê tê dûrpêçkirin.

Dora navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku di 3 tax û hinek kûçeyên wê de qedexeya derketina derve didome ji bloqên bêtonê tê dûrpêçkirin.

2 roj berê piştî ku li navçeya Sûrê di cadeyek û hinek kûçeyên wê de qedexeya derketina derve hat rakirin hinek derên sûrê yên ku vekirîne bi bloqên bêtonê tên asê kirin.

Ji ber ku têketina guzergeha Taxa Mizgefta Kebîr yê ku her roj gelek kes tê de diçin û tên bi binasiya ewlehiyê ji bloqên bêtonê tê dorpêç kirin gel di te’ecûbê de maye.

Esnafê li wê haqîrdorê diyar kir ku ji xwe karê wan tune. Heke ev bloq li wir werin sazkirin dê rewşa karê wan xirabtir bibe. ji ber vê yekê esnaf destnîşan kir ku naxweze li wê derê bloq werin saz kirin.

Hat idîa kirin ku armanca saz kirina van bloqan ew e ku gel texrîbata ku pêk hatiye nebîne. Dîmenên ku ji avahiyên bilind hatine kişandin dide nîşandan ku avahiyên di Taxa Fatîhê de yên ku bûne wek kavil tên paqijkirin.

Her wiha bermayiyên kavil û xirabeyan ji teref qemyonên DSÎ û Midûrtiya Herêm a Rêbejan ve tê rakirin. Ev bermeyiyên ku tê rakirin kesên wezîfedar vê bermayiyê dibin diavêjin qada vala ya Kampusa Zanîngeha Dîcleyê û ax û qûm tînin navçeya Sûrê. Hat idîa kirin ku ev ax û qûm ji bo enqazên ku pêk hatine were tîje kirin tînin navçeyê. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.