Doza Licêyê hat paşxistin

Doza Licêyê hat paşxistin

Doza ku Tûgeneral Baxtîyar Aydin jî di nav wan de bi tevahî 16 kesên ku hatibûn kuştin li Îzmîrê hat dîtin.

22 salberê li Licêya navçeya Amedê, komandarê cendermeyan ê herêmê yê dewrê Mîrlîlva (tûgeneral) Baxtîyar Aydin jî di nav wan de, bi tevahî 16 kesên hatibûn kuştin. Derbarê vê bûyerê de doza ku hatibû vekirin, li Îzmîrê hat domandin û doz taloqî meha hezîranê hat kirin.

Derbarê bûyera ku 22 sal berê li Lîcêya navçeya Amed 16 kes hatibû kuştin de doz hatibû vekirin û doz taloqî meha hezîranê hat kirin.

Di doza ku li Îzmîrê hat domandin de îfadeyên mexdûran jî cîh digre

Parêzerê malbata Baxtîyar Aydin, Necdet Solmazgul got ku êdî malbata Baxtîyar Aydin  jî dixwaze ev doz bi encam bibe û sûcdarên heqîqî derkeve holê. Parêzerê malbatê wiha got: “Malbata Baxtîyar îfade dikin ku divê êdî em dixwazin bê ka Baxtîyar gelo ji teref PKKê ve hatîye kuştin an ji teref hevalên wîyên esker ve hatîye kuştin. Malbat êdî dixwaze vêya hîn bibe.”

Doza ku li Îzmîrê hat dîtin, taloqî meha Hezîranê hat kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.