Doza teqîna depoya muhîmatê bi dawî bû

Doza teqîna depoya muhîmatê bi dawî bû

Di doza derbarê teqîna ku di sala 2012an de li Afyonkarahîsarê pêk hat û tê de 25 leşker jiyana xwe ji dest dan de qerar hat eşkerekirin.

Li Afyonkarahîsarê di 5ê Îlona sala 2012an de di depoya muhîmatê de teqînek pêk hatibû û di netîceya teqînê de 25 leşker jiyana xwe ji dest dabûn. Di doza ku derbarê vê teqînê de li Yekemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Afyonkarahîsarê dihat dîtin de derbarê teqînê de qerar hat dayîn.

Dozger di doza ku hat dîtin de xwest ku kesên bersûc bên cezakirin. Û parêzvanên bersûcan serbestberdana muwekkîlên xwe xwestin.

Heyeta mehkemê ya ku qerara xwe eşkere kir ji Albay Veysel Ozbay û Serdar Alî Duran 13 sal û 4 meh û ji serpel Tuncay Aydin re jî 6 sal û 8 meh ceza da.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.