Doza Xanikê dê îro dest pê bike
Li gundê Xanikê yê ku girêdayê navçeya Hezexa Şernexê ye di derbarê 2 endamên HUDA PARê yên ku hatibûn qetilkirin de doz hatibû vekirin. Niştina ewil ya vê dozê dê di Mehkemeya Cezaya Giran ya Midyadê de were dîtin.
Niştin dê îro di Mehkemeya Cezayê Giran ya Midyadê de dest pê bike. Bersûc S.T.yê girtî û bersûc bavê S.T.yê Ş.T.yê ku bêgirtî dê darizandin dê îro derkevin hemberê hakimê.
Di doza ku bav û lawê wî tên darizandin de di derbarê bersûc S.T.yê de cezayê sermedî tê xwestin.
Çawa ku tê bibîranîn; di 29ê gulana 2015an de li gundê Xanikê bersûc S.T, 2 endamên HUDA PARê qetil kiribû. Di derbarê vê yekê de bersûc S.T. hatibû girtin, lê bav Ş.Tyê ku ji lawê xwe re gotibû ‘Keleşê bîne’ hatibû serbestberdan û bêgirtî dihat darizandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.