Doza Yasîn Böru û hevalên wî

Doza Yasîn Böru û hevalên wî

Hat ragıhandın ku doza Yasîn Böru û hevalên wî yên ku bı bıhana Kobanİ, jı teref pkkyî yen hov ve, bı wehşîyane hatın qetıl kırın, bı sedem tedbîrên ewlehîyê, wê lı bajarekî dın bê meşandın.

Hat dîyarkirin ku wê doza Yasîn Böru û hevalên wî yên ku bi bihana Kobanê ji teref PKKyîyên hov û wehşî ve hatibûn şehîd kirin, bi sedem tedbîrên ewlehîyê neqlî bajarekî din bê kirin.

Li gor xebera qezeta SABAHê, sewcî Ahmet Hakan Özdemîrê ku di serswecîtîya Dîyarbekirê ya di buroya lêpirsîna sûcên terorî de wezîfedare, di îdîanameya ku ji 53ê rûpelan pêk tê amade kirîye û şandîye mehkema cizayê 5emîn ya giran. Di heqê 26ê wan girtî, bi tevahî ji bo 34 bersûcan cizayê muebbetê yê 5 caran girankirî tê xwestin. Piştî sewcî derbarê vê dozê de bi wezareta ‘Edaletê û darazê re hevdîtin kirîye, piryara ku bi sedem tedbîrên ewlehîyê, wê vê dozê neqlî bajarekî 550 kîlometreyan ji Dîyarbekirê dûr bikin û dozê li wî bajarê dûr bi meşînin.

Hat dîyarkirin ku ev qirara jî, li ser nirxandina îstîxbaratê ku dibêje îtîmala ku provokatör berî piryara mehkemeyê talûkeyên ciddî li dar bixin, hatîye stendin.
BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.