Dozgerê Berkîn Elvan rehîn hat girtin

Dozgerê Berkîn Elvan rehîn hat girtin

Dozgerê doza Berkîn Êlvan Mehmet Selîm Kîraz, ji aliyê endamên Eniya Rizgarîxwaza Gel (DHKC) ve hat girtin.

Dozger  Mehmet Selîm Kîrazê yê ku jêpirsîna mirina Berkîn Elvan dişopîne di odeya xwe ya dadgehê de rehîn hat girtin.

Beşa dozgeriyê hat valakirin û tevdîr û pêşgirîyê ji aliyê polîsan hatin stendin. Tîmên girêdayî midûriyeta şaxa Hereketa Taybet û Têkoşîna Terorê û timên muzakereyê  sewqî cihê bûyerê kirin.

Endamên rêxistinê  daxwaz dikin ku kujer û polîsên ku çavdêriya wan xwepêşandanan dikirin, bilez bên girtin.

Wek tê zanîn Berkîn Êlvan di xwepêşandanên Meydana Taksîmê de hatibû kuştin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.