
Du wesayît li hev qelibîn: 9 birîndar
DÎLOK - Li navçeya Nîzîpa Entebê du otomobîl li hev qelibîn, di qezaya ku pêk hat de 9 kes birîndar bûn.
Li 15emîn kîlometreya Rêbeja Enteb-Rihayê du wesayît li hev qelibîn.Di qezaya ku pêk hat de 4 jê giran tevde 9 kes birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.Hat hînbûn ji birîndar rewşa 4 kesan nebaş e.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.