Durûtiya Ecnebiya
Hafiz Esed Dikir We Li Çepika Dixist, Lê Ji Bo Kurê Wî Hun Hiloz Dibin
Hafiz Esedê bavê Beşar, li Sûriye bi deh salan zulm û wehşet rast dikir, deng ji welatên rojava dernediket. Li Hamayê 70 hezar milletê dîndar qetlîam bû. Ne Ewrûpa ne Emerîka tu embargo û kirin li Sûriye rast nekirin. Di heps û zîndanan de bi hezaran însan hatin qetil kirin, ji wan kesî dengê xwe nekir. Lê îro Beşarê kurê Hafiz Esed rabuye, riya bavê xwe dişopîne, Ewrûpa û Emrîka, Dewletên Yekbuyî, xwe mêr dikin, tehdîdan li Sûriye rêz dikin, behsa boykot û mudaxeleyê dikin. Qetlîamên Beşar Esed dilomînin. Behsa heq û hiqûqên însan û milletan dikin. Xwe li însanperwerî û humanîstiyê datînin. Gelo çima?
Li ser qetlîama li gundê Tireymsê, sekreterê giştî yê Natoyê Ban Kî Mûn, wezareta karên derve ya Rûsya, wezîra karên derve a Emrîka Hîlerî Kilîntin, hadîseyê şermezar kirin û xwestin ku li ber Sûriye gavên tevgerînê bên avêtin. Ban Kî Mûn, gaziya qirara hevtevgeriyê kir. Berdevkê wezareta karên derve ya Rusya Aleksandir Lûkaşevîç, lêpirsîna hadîseyê xwest. Kilîntin jî gazî konseya ewlehiyê ya Dewletên Yekbuyî kir û êrîşa li ber Sûriye teleb kir.
Heta do hun li kuderê bûn? Çima ji wehşeta siyonîst Îsraîl re hun kerr in, kor in û lal in? (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.