Edîb Gümüş Mektubeke Nu Şand

Edîb Gümüş Mektubeke Nu Şand

li gor ji ajansa hat zanîn îro piştî nîvro Muhterem Edîb Gümüş mektubeke nû şand. Gümüş, di mektuba xwe de bi &`;Bîsmillah” dest pê kir û li ser hadîseyên di rojên dawî de qewimîne nêrînên xwe beyan kir.

 

Gümüş 11 Sala Di Hepsê de Mabu

Li gor tê zanîn Muhterem Edîb Gümüş di sala 2000an de li Stenbolê hatibu girtin û 11 sala di hebsê de mabu. “Gümüş” Di operasyona ku Rêberê Cema’eta Hîzbullah Huseyn Welîoglu hatibu qetilkirin de hatibu girtin û li dora şeş meha ji îşkenceyan derbas bubu.

Gümüş, ji pêşîvanên Cema’eta Hîzbullah tê zanîn.

Ji bona fêdedîtina ji Meha Remezanê Divê em Bixebitin

Di serê mektuba xwe de Gümüş, li ser hatina “Meha Remezanê a Pîroz” sekinî û tewsiye ji bona fêdedîtina ji Remezanê kirin.

Seferberîya Nixumandinê Karekî Bi Xêr e

Muhterem Edîb Gümüş di mektuba xwe de li ser xebatên ji bona nixumandina pîrekê jî sekinî û go: “Karên ji bona tesetturê bi xêr in. Divê hemî xuşk û birayên me bikevine nav ğîreteke xususî.”

“Divê Xizmeta Îslam û Musulmana Derdê Me Be”

Muhterem Edîb Gümüş di beyanata xwe de dîqet bi bal meqsed û rûyê siyasetmedaran û medyayê ve kişand û go “Divê medya û siyasetmedar rojeva me te’yîn nekin… Me mijul nekin.”

Divê Rojeva Me Milletê Me Be

Digel vana Gümüş di beyanata xwe de anî ziman ku divê xwestek û heqên milletê me ji me re derd bin. Di vî warî de wiha go: “Divê xwestek û heqên milletê me yên di daîreya Îslamê de rojeva me bin. Divê em li ser van bişteğilin, muzakereyan bikin û di vî warî de li çareseriyên ku pêşiya me vekin bigerin. Divê tu tiştê ku ji baweriya me re, axreta me re, ji Muslumana û gelê meyî mezlûm re fêda wê tune be ne rojeva me be û me mijul neke.”

“Yên Quran Te’rîf Dike Em Nasdikin”

Gümüş di beyanata xwe de li ser êrişa ku di 17ê Tîrmehê de li Tersusê li telebeyê Quranê hatibu kirin sekinî û go: “Wezyeta polîsa di hadîseyê de ji çavan dûr neketiye. Ji ber ku Quran mumin, munafiq, zalim û kafiran ji me re te’rîf dike em wan baş nasdikin. Vê hadîseyê yekîtiya dujminên Îslamê li hember da’wetvanê Îslamê daye nîşandan. Xweda ğîreta Muslumana ji bona fêmkirin, xwendin û di heyata xwe de tetbîqkirina Quranê zêdetir bike.”

Şandina Mehkûman Cizakirina Malbatên Wan e

Gümüş di beyanata xwe de go: “Di rojên dawiyê de em şahidî zulma sirgunkirina mehkûman dibin… Di netîceyê de esil yên têne cizakirin malbatên van însana ne.”

Qey Hêstirên Çava Ji Bona Van Însana jî Narijên

Muhterem Edîb Gümüş di beyanata xwe de ji bona van tetbîqatên ku ne însanî û ne hiquqî ne dîqet kişand û wiha go: “Ev wezîr û burokrat, xususen wezîrê alîkarê serekwezîr ku di pir tiştan de hêstirê çava dirjîne, bê ji çi ye ji bona hêstirê zarok, dayik û pîrekên van mehkûma kor û ker dibe. Divê bê zanîn ku, di navbera Allah û du’ayên mezlûm û mustez’efan de perde tune ye.”

Gümüş Beyanata Xwe Bi Xwestina Du’a Qedand

Di dawiya beyanata xwe de Muhterem Edîb Gümüş xwest ku dayik û pîrekên mehkuma digel her tiştî hurmeta xwe muhafeze bikin, heyata xwe li ser sunneta pêxember bidomînin, ji zarokên xwe re hem dayiktî hem jî bavîtiyê bikin û heyata xwe di her dem û her ciyî de di nav pîvanên Îslamê de bidomînin. Gümüş di dawî de go: “Hûn tev sipartî Xwedê bin. Xweda yar û alîkarê we be. Me ji du’ayên xwe mehrûm nekin. Birayê we Edîb…”

Azad RASTAN / Kelhaamed

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.