“El-Mansûr: ‘Li pişta êrîşên ku li Yemenê tê kirin îsraîl heye”

“El-Mansûr: ‘Li pişta êrîşên ku li Yemenê tê kirin îsraîl heye”

El-Mensûr di bernameya ku Weqfa Seîdê Nûrsî a ku xebatên îslamî li Basela Swêdê dike de di derbarê êrîşên ku bi piştevanîya dagirkerê Emrîkayê ji alîyê Siûd û erebên din ve li dijî gelê Yemenê dihat kirin de axivî.

Aktîvîstê Yemenî Eymen El-Mansûr di derbarê êrîşên ku  li Yemenê tên kirin de wiha got: “ Îro heger li Yemenê xwîna însanan tê harikandin berpirsîyar û sedema vê Emrîka û îsraîl e. Emrîka îro dixwaze ku di nav misilmanan de fitne û fesadîyê geş bike. Ji ber vê jî di navbera  şîî û sunîyan , zeydî û şafîîyan,  misliman û xiristîyanan fitne û fesadîyê geş dike. Her wiha Emrîka dixwaze k udi navbera şîî û sunnîyan de şerekî derxene.”

 

“Divê dinya ji Siûdî Erebîstan  re bibe asteng”

El- Mensûr axavtina xwe wiha domand: “ Di dîroka Yemenê de heya îro di navbera misilmanan de şerê şîîtî û sunnîtî  pêk nehatîye. Îro Yemen tê bombebaran kirin. Dema ku balafir bombeyan diavêjin nabêjin li vê taxê sunnî li wê taxê şîî an jî li vê derê zeydî û taxa din jî şafîî rûdinin. Dema ku bombe di ser xanîyan de dibarin him zeydî û şafîî him jî şîî û sunî jî tên qetil kirin. Ji ber vê  jî divê dinya  ji Siûdî Erebîstanê re bibe asteng."(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.