“Em bes bi daxwaziya DYEyê dikarin yekîneyên leşkeriyên xwe bişînin”
Wezîrê Karên Derve ya Erebistana Siûdê Adîl Cubeyr diyar kir ji bo ku yekîneyên xwe yên leşkerî bişînin Sûrî pêwîst e ku DYE daxwaziya vê yekê bike.
Wezîrê Karên Derve ya Erebistana Siûdê Adîl Cubeyr diyar kir amadene ku yekîneyên xwe bişînin Sûrî, lê ji bo vê yekê divê ku daxwaziya lijneya pêşengiya DYEyê jî hebe.
Cubeyr wiha destnîşan kir: “Ji bo Sûrî amadehiya şandina yekîneyên taybet a qraltiyê, bi lijneya ku li dijî IŞÎDê di berrê de hebe rasterast pevgirêdayî ye. Ji ber vê yekê lêrastanîna vê yekê ne gora me ye. Xebatên li ser lêrastanîn û mezinahiya yekîneyan hêj jî didomin.”
Erebistana Siûdê û mitefîkê wê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, di serê meha sibatê de diyar kiribûn amadene ku yekîneyên xwe yên leşkerî bişînin Sûrî. Ji bo vê yekê li Brukselê bi Wezîrê Parastinê ya DYEyê Carter re hevdîtin kiribûn. Carter jî diyar kiribû ku yekîneyên sînûrdar yên her du welatan li Sûrî ji bo Rakkaya ku ji teref IŞÎDê ve wek ordûgeh tê bikaranîn bê sitandin dê bibin alîkarê mixalifan.
Her wiha Şêwirmendê Wezîrê Parastina Erebistana Siûdê Ahmet Asirî jî diyar kiribû ku jetên ku dê ji bo vê yekê bê şandin li Ordûgeha Încîrlîka Edenê rûniştine. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.