Em ê hedê Trump nîşanî bidin

Em ê hedê Trump nîşanî bidin

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Xoce Muhammed Asifderbarê daxuyanîyên Trump ên ku Pakîstanê hedef digirtin de diyar kir “Em ê hedê Trump nîşanî bidin.”

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Xoce Muhammed Asif   ji gotinên Trump ên derbarê Pakîstanê de re bertek nîşan da.

Asif di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê bersiva pêwîst bidin Trump  û ew ê firsed bidinê da ku ew cûdahîya dinyaya rastî û dinyaya xeyalî ya wî de fêm bike.

Trumpê Serokê Dewleta Amerîkaya emperyalîst û şeytanç mezin  di parvekirina ku ji ser twîtterê parve kiribû de derbarê Pakîstanê de wisa gotibû: “Pakîstan bênavber ji temsîlkarên teror, kaos û şiddetê re dibe bendera ewlehîyê. Amerîka bi şikleke ehmeqane di 15 salên dawî de zêdetirî 33 milyar dolar alîkarî ji Pakîstanê re kir.  Lê kesên ku serokên me ehmeq dihesibînin  ji derew û xapandinan pê ve tu tişt nedan me.”

Ji ber daxuyanîyên Trump xelkê Pakîstanê jî xwe berdan kolanan û daxuyanîya Trump li gelek bajêran protesto kirin  û dirûşmeya “Ji Amerîka re mirin” hatin avêtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.