“Em ê ji hakimbûna heqê ya li batil re bibin şahid”

“Em ê ji hakimbûna heqê ya li batil re bibin şahid”

Serok Karên Derve Erbaş destnişan kir “Em ê ji hakimbûna heqê ya li batil re bibin şahid, em ê bi qencîyan mijûl bibin û însanan ji neqencîyan dûr bikin.”

Alî Erbaşê Serokê Karên  Diyanetê li Malatyayê beşdarî bernameya ku li Navenda Çand û Kongrê ya Turgut Ozal a Zanîngeha Malatyayê hat lidarxistin bû û vi wezîfedarên dîn ên Malatyayê re hat bal hev. Erbaş di bernamê de axavtinek kir.

Erbaş di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir bo perwerdehîya dîn û xizmetên dînî bi wesiftir bin ew hewil didin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê ji hakimbûna heqê ya li batil re bibin şahid, em ê bi qencîyan mijûl bibin û însanan ji neqencîyan dûr bikin. Em ê bibin beşîr û nezîr. Îro em ji xwe re dibêjin ku em warisên Pêxember in ku divê em îro rabin ser pêyan însanan ronî û îhya bikin; lewra wezîfeya pêxemberan ev bû. Ew pêdivîya vê emanetê anîn cî û niha jî ev emanet li ser milê warisên Pêxember e. Em ê rabin ser pêyan û hişyarîyê bikin.”

ÎLKHA








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.