“Em ê tu planê Amerîka qebûl nekin”

“Em ê tu planê Amerîka qebûl nekin”

Serokê El-Fetîhê Mahmud Abbas destnîşan kir ew ê ji îro pê ve tu planê Amerîka qebûl nekin û got: “ Lewra Amerîka bû terefdar.”

Piştî ku qerara Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump a naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan di Lijneya Giştî ya Neeweyên Yekbûyî de hat redkirin re Serokê El-Fetîhê Mahmud Abbas derbarê mijarê de bi li Parîsê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtina ku li Qesra Elysee hat kirin de Abbas di daxuyanîya hevpar a çapemenîyê de  daxuyanî da. Abbas di daxuyanîya ku da de destnîşan kir xelkê Fîlîstînê ji îro pê ve ew ê tu plana Washingtonê qebûl neke û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amerîka nîşan da ku di pêvajoya aştîyê de ne navbeynkarekî dirist e. Em ê jî êdî planên ku dê ji Amerîka werin qebûl nekin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.