“Em ji Mihacirên Sûrê re bibin ensar”
72 SCSyên Îslamî yên ku karûbarên xwe li Amedê birêve dibin ji bo malbatên ku ji ber pevçûnan mexdûr bûne û ji navçeya Sûrê koç kirine bi silogana ‘Em ji Mihacirên Sûrê re bibin ensar’ qampanyekê alîkarî dest pê kir.
Li navenda navçeya Sûrê di pêvajoya pevçûnan de gelek malbat mexdûr bûn û koç kirin. Ji ber vê yekê ji bo malbatên ku mexdûr bûne û koç kirine qampanyeya alîkarî hat bidestpêkirin. 72 SCS (Saziyên Civakî yên Siwîl)ên Îslamî yên ku karûbarên xwe li Amedê birêve dibin ji bo piştgiriya qampanyeya alîkariyê ya bi silogana “Em ji Mihacirên Sûrê re bibin ensar”ê bang li gel kir da ku gel alîkariyê mexdûran bikin.
Di derbarê vê yekê de daxuyaniya çapemeniyê hat daxuyandin. Daxuyaniyê Murat Koç xwend. Koç bal kişand ku PKK, di bin qilifa ‘Xwerêvebiri’ê de herbê kişand nav bajêran. Dewlet jî hewl da ku vê yekê bi pergala eskerî ve çareser bike. Ev yek jî bû sedema talan bûna malan û koç kirina gel. Her wiha Koç diyar kir ku PKK, di nav bajaran de kort vedan. Çekan stok kir û herêmê wek herama xelasbûyî da nişandan. Zirar û zehmetiyên vê yekê gel kişand.
Koç destnîşankir ku PKK siyasetê wek sîyaseta kort û berîqetan domand. Dewlet jî bi top û tankan ji vê yekê re bertek nişanda. Ev yek jî bu sedema koç kirin û mexdûr bûna gel. Dûvre Koç daxuyaniyê wiha domand: “Hinek koçber bi şiklekî birçî û belengaz çûn li mal xizmên xwe sitirîn. Hinek kes jî ciyên xwe guhertin.”
Her wiha koç qala Mizgefta Kurşunluyê ya dîrokî jî kir. Koç wiha pêde çû: “Dîsa ji ber pevçûnan gelek esnaf çendîn mehe ku nikarin dikanên xwe vekin û mexdûr bûn. Ev rewş di gelek navçeyan de hêj jî didome. Di vê kaosê de Mizgefta Kurşunluyê ya dîrokî hat şewitandin. Mînareya 4 ling jî zirar dît. Her wiha di gelek mizgeftan de jî îbadet nayê kirin. Em van kesên ku vê yekê kirine hewalê Xwedê Teala dikin.”
“Em ji birîna birayên xwe re bibin merhem”
Koç wiha axavtina xwe domand: “Wek SCSyên Amedê îro em ji bo malbatên ku mexdûr bûne, ji cî û warên xwe koç kirine û wek mezlûm tên hesibandin li vir in. Ji ber vê yekê me ji bo malbatên ku di navçeya Sûrê de mexdûr bûne qampanyayek bi navê “Em ji Mihacirên Sûrê re bibin ensar” dest pê kir. Em ji bo vê yekê bang li hemû xêrxwazan dikin ku piştgirî bidin vê qampanyayê.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.