“Em Kurdistanê ji talankeran re nahêlin”
Vasif Kahraman ji sabote kirina konferansa ku ji teref partiya wan ve hatibû tertîpkirin re bertek nîşan da û got ku ew ê Kurdistanê ji kesên talanker re nêhelin.
Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan Hak-Par li Îsvîçreyê konferansek li dar xist ku ev konferans ji teref kesên PKKyî ve hat provokekirin.Ji ber vê yekê Serokê Bajêra Diyarbekir ê Hak-Parê Vasif Kahraman di derbarê mijarê de diyar kir ew ê Kurdistanê ji kesên talanker re nehêlin.
Kahraman di berdewama axavtina xwe de diyar kir êrîşên provokatîf ên mîna van tu fedê nade tu kesî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev êrîşa provokatîf ê ku hatiye kirin ji vêcarê re ne xas e.Berî vê êrîşê, çendîn carê din jî bûyerên mîna vê pêk hatin.Berî vê çend salan li dijî Kemal Burkay,Şivan Perwer û li dijî kesên rewşenbîr û welatparêz çalakîyên provokatîf hatibûn kirin.Ev kes tenê tahammulî kesên ku ji wan in dikin.Qet tahammulî li wan kesên ku wek xwe nafikirin nakin. Em vê yekê wek fikra Baas û nijadperest û bê tahamulî dibînin.”
Kahraman di dawiya axavtina xwe de diyar kir PKK ji bona axavtinê qet firsedê nade tu kesî û wiha dawî li axavtina xwe anî: “PKK rexneyên ku lê tên kirin qet hezm nake û êrîşan dibin li ser wan kesên ku wî rexne dikin.Xelkê Kurd ew ê rojekî rastiyan bibîne.Em Kurdistanê ji van talakeran re nahêlin.Em ê nehêlin ku hespên xwe bidin bazandin.Lê mixabin îro hêz û sileh di destên wan de ne.Ew weke ku dizanin milletê xwe bi dagirkeran didin perçiqandin.Ez difikirim ku ew ê sibe şert û merc bên guhartin.Ew ê xelkê Kurd rastiyan bibîne.Dema ku ev rastî hatin dîtin jî ew çek dê bê fede bin.Em êrîşên mîna van şermezar dikin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.