Em nikarin hetahetayî 3 milyon û nîv kesanveşêrin
Serokomar Erdogan destnîşan kir “Em ê meseleya Efrînê çareser bikin û em dixwazin birayên me yên penaber vegerin axên xwe.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 45emîn Civîna Mixtaran de axivî. Erdogan di axavtina xwe de ya ku di civînê kir de destnîşan kir ew hetahetayî nikarin 3 milyon û nîv kesan veşêrin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me bi Mertala Firadê qadeke nêzî 2 hezar kîlometre çarçik xist bin kontrola xwe û em bûn wesîle ku 135 hezar birayên me yên penaber vegerin axên xwe. Em dixwazin heman tiştî li Efrînê jî bikin. Em ê meseleya Efrîn û Îdlîbê çareser bikin. Em dixwazin birayên me yên penaber vegerin axên xwe. Em nikarin hetahetayî 3 milyon û nîv kesan veşêrin. Ew jî dixwazin demildest vegerin welatên xwe.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.