“Em Terora Pkkê Telîn Dikin”
Li Dîyarbekirê 72 sazîyên sivîl yên Îslamî, ji bo êrîşa qirêj ya PKKê
Li Dîyarbekirê 72 sazîyên sivîl yên Îslamî, ji bo êrîşa qirêj ya PKKê ya ku li gundê Daraqola Lîcê li mala Mîkaîlê endamê Huda Parê hatibû rastkirin şermezar bikin, bi hevre beyanateke medyayî li dar xist.
Beyanat li temsîlkarîya Memûr-Sena Dîyarbekirê, li ser navê sazîyan ji aliyê Yûnûs Memîş ve hat xwendin.
Di beyanatê de hat îfadekirin ku PKKê êrîşa li malbatên dîndar ji xwe re kirîye şî’ar û weha hat gotin: “Ji ber ku malbat wek wan nefikirîye, PKKê ew kiriye hedef.”
Memîş beyan kir ku ev êrîş nayê qebûlkirin û em bawer dikin ku dewlet li gorî hewce dike tevnagere. Memîş weha got: “Bi navê pêvajoya aşîtîyê, herêm terkî însafa mîlîsên PKKê kirine.”
Yûnûs Memîş di dawîya beyanatê de îfade kir ku êrîşa ku li xelkê me hatiye kirin, li dijî însanîyetê dibînin û bi qamûyê re parve dikin ku bi nefret telîn dikin. Beyanata medyayî bi dawî bû
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.