“Em tetbîqkirina wan soz û projeyan dixwazin li sehayê bibînin"
DİYARBEKİR - Serokê HAKSÎADê Remezan Azboy di derbarê daxuyaniyên Serokwezîr Bînalî Yildirimî yên li Diyarbekirê de destnîşan kir “Em dixwazin ew sozên ku hatine dayîn û ew projeyên ku hatine eşkerekirin li sehayê bên tetbîqkirin.”
Serokê HAKSÎADê Remezan Azboy, piştî ku Serokwezîr Bînalî Yildirim ‘Hamleya Piştgirî û Veberînê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilat’ eşkere kir re, di derbarê mijarê de nirxandinan kir û destnîşan kir ji bo proje karibin bên tetbîqkirin divê problema ewlehiyê bê çareserkirin.
Azboy di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bernameya ku hatiye eşkerekirin musbet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêvî û daxwaza me ya herî mezin tetbîqkirina van projeyan e.Ev hatine Serokwezîr dê neticeyên erênî pêk bîne.Lê belê divê beriya vê divê problema ewlehiyê bê çareserkirin.Lewra ji bo veberhênan divê ewlehî û îstîqrar hebe.Em bawer dikin ger ku ev îstîqrar û ewlehî pêk bê dê ev paketa ku ji teref Serokwezîr ve hatiye daxuyandin ji Diyarbekira me re xêrê bîne.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.