Emrîka: Gotinên Netanyahû berevajî siyasetên Êmerîkayê ne

Emrîka: Gotinên Netanyahû berevajî siyasetên Êmerîkayê ne

Qesra Sipî ya Emrîkayê ragihand ku gotinên serokwezîrê mêtinger Netanyahû ku gotiye " Ew nahêle welatek bi navê Filistînê bê damezirandin" berevajî siyasetên Amerîka ne.

Berdevkê Qesra Sipî Caş Êrnêst bersiv gotinên, serokwezîrê sîyonîst Netanyahû. Wek tê zanîn sîyonist Netanyahû  ragihandibû ku "Em nahêle welatê Filistînê bê avakirin"

Berdevkê Qesra Sipî Êrnêst ragihand : Obama bawer e rêçara pêkhatina du welatan hîn jî riya herî başe bona çareserkirina pirsgirêka navbera Îsraîl û Filistînê ye."

Êrnêst wiha domand: Netanyahû li hilbijartina vê dawiyê guhartinek li siyasetên xwe pêk anî ku Emerîka jî pê berçavgirtina guhartina hanê, siyasetên xwe di vî warî da dinirxîne.
Sîyonîst Netanyahû duşemê ragihandibû ku eger bibe serokwezîr ew nahêle ku welatê Filistînê pêk were.
Li hilbijartinên vê dawiyê yên Îsraîlê partiya Lîkod 30 kursî ji 120 kursiyan bi dest xistibû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.