Emrîkaya îşgalker li pey qaosê ye

Emrîkaya îşgalker li pey qaosê ye

Serokdewletê Emrîkayê Barak Obama got ku wê roja çarşemê stratejîya mucadela li ber Daîşê dîyar bike û îddîa kir ku divê welatên weke Tirkiye û Siûdî Erebistan, ji bo çareserkirina pirsgirêkê bibin mudaxîl.

Emrîkaya ku bi cûrbecûr bihaneyan alema Îslamê îşgal kiriye, niha li pey bihaneke din e. Serokdewletê Emrîkayê Barak Obama, di hevpeyvîna ku pê re hat kirin de got ku qonaxa niha ya mucadela bi Daîşê re hinek stratejîyên êrîşê ne.

Obamayê ku bi hinceta Daîşê lez daye plana ji nû de îşgalkirina İraqê, îfade kir ku wê roja sêşemê bi lîderên kongreyê re bê cem hev û roja çarşemê jî statejîya mucadela li ber Daîşê diyar bike. Li gorî Obama stratejî şandina eskerên Emrîkayê ya herêmê nahewîne û beyan kir ku stratejî digel hêla leşkerî hêla ekonomîk û sîyasî jî dihewîne.

Serokdewletê Emrîkaya îşgalker got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê, divê welatên wek Tirkiye û Siûdî Erebistan jî bibin mudaxîl.

Pispor îfade dikin ku Emrîkaya îşgalker, konsepteke nû ya herbê bi pêş xistiye û êdî Emrîka ketiye dewra îşgalkirina bê sîleh. Li gorî vê plana îşgalkirinê, gava ewil deranîna tefrîkaya di nava muslumanan de, dijwarkirina qaosê û bi destê welatên muslumanan rakirina qaosê ye.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.