Endamên Aktîf Gençlîkê bêhiqûqîyan anîn ziman

Endamên Aktîf Gençlîkê bêhiqûqîyan anîn ziman

Endamên Aktîf Gençlîkê bêhiqûqîyan ku li Zanîngeha Sêrtê li wan hatine kirin anîn ziman.

Her weke tê zanîn ji teref xwendevanên Zanîngeha Sêrtê ve hatibû xwestin ku li zanîngehê bernameya Mewlûda Pîroz bê lidarxistin, Lê belê ji rexekî ve kesên PKKyî êrîşî xwendevanan kiribûn û ji rexê din ve jî xwendevan ji teref Rektortiyê ve ji mektebê hatibûn dûrxistin ku ev yek hêj di rojevê de cihê xwe mihafize dike.

Her weke tê zanîn ji teref xwendevanên Zanîngeha Sêrtê ve sala borî hatibû xwestin ku li zanîngehê bernameya Mewlûda Pîroz bê lidarxistin, lê belê ji rexekî ve kesên PKKyî êrîşî xwendevanan kiribûn û ji rexê din ve jî di derbarê xwendevanan de tehqîqet hatibû destpêkirin.Di encama tehqîqeta ku ji teref Rektortiyê ve hatibû destpêkirin de 8 xwendevanên ku dixwastin bernameya Mewlûda Pîroz tertîb bikin  ji teref Rektortiyê ve ji mektebê hatibûn dûrxistin .

Xwendekarên ku ji teref rêvebiriya zanîngehê ve ji zanîngehê hatibûn dûr xistin ew neheqiya ku li wan hatiye kirin ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) re diyar kirin.

Abdullah Tetîkê Serokê Cicaka Ciwaniya Aqtîfê diyar kir ku di destê wan de broşûrên bernameya Wîladeta Pîroz hebûye. Dûvre Tetîk axavtina xwe wiha domand: “Li Faqulteya Fen û Edebiyatê dema ku endamên komeleya me broşûr belav dikin alîgirên PKKê  ‘Heta hûn ji me destûrê nexwazin hûn nikarin li wir broşûr belav bikin.” û dûvre koma ku ji 20-30 kesan pêk tê  êrîşê hevalên me kirine.Piştî vê yekê  komek mezintir yê ku ji 200 kesan pêk dihat û di destê wan de kevir û çov hebû êrîşê me kirine. Wê demê jî em mecbûr man ku em xwe midafa bikin.”

Tetîk diyar kir ji bo ku bûyer zêdetir geş nebe ew ji zanîngehê derketine. Lê PKKyî hatine Faqulta Îlahiyatê. Camên faqultê hemî şikînandine. Tetîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di gel vê yekê 8 birayên me yên ku endamê Civakiya Ciwaniya Aqtîf in bi şilekê neheqî ceza distînin û birayên me ji zanîngehê dûr dixin.”

Tetîk: “Heta niha endamên Civakiya Ciwaniya Aqtîf bi tu wechê hişyarî nesitandine. Lê di gel nevekirina lêpirsînê nêzê 2 salan ceza dane hevalên me. Kîjan wîjdan vê yekê qebûl dike.”

Tetîk bal kişand ku ji hinek kes ji xebatên Ciwaniya Aktîfê aciz dibin. Dûvre Tetîk axavtina xwe wiha domand: “Heke ew bi dana vê cezayê hewl didin ku me ji xabatên me bikin ew çewt difikirin. Ev ceza dê me ji karên me neke. Em dê xebatên xwe bidomînin.”

 “Dîrok dîsa dûbare dike ku misliman bedel didin”

Recaî Seyhanî xwendekarê Faqulteya Îlahiyatê yê ku ceza sitandiye wiha axivî: “Bi van cezayan hewl didin ku xebatên ciwanan bitefînin, bidin sekinandin. Rêvebirên zanîngehê bi van cezayan hewl didin ku hebûna xwe bînin bibîranîn.”

Seyhan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Armanca van cezayan ew e ku ew kesên ku ceza dane xwe li hinek kesan xweş bikin. Ev yek me di te’ecûbê de nehêşt. Berevajî dîrok dîsa dûbare kir. Mixabin dîsa mislimanan bedel dan.” (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.