Erbaşê Serokê Karên Diyanetê ji “Adnan Oktar” re bertek nîşan da
Erbaş derbarê wan weşanên li dijî Îslamê ne û di kanala Adnan Oktar de tên weşandin de got: “Raye bi kî re be divê wê kanalê bigre. Înşallah û maşallah qet ji wan kêm nabe û tu li wê derê dansozan didî leystandin. Tiştekî wisa dibe?”
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş bi qunciknivîskar û temsîlkarên medyayê yên li Enqerê re hat bal hev û derbarê rojevê de nirxandinan kir.
“Hinek referansên dînî û du li wê derê dansozan dide leystandin, ma tiştekî wisa dibe?”
Erbaş pirsa ku derbarê Adnan Oktar de jê hat pirsîn wisa bersivand: “ Kanaleke wisa ye ku dema mirov lê temaşe dike ecêbmayî dimîne ku ji xwe temaşakirina wê jî ne dirist e. Ev kes demekê li ser serê komeke ku kitêbên Cihûtî û Masontîyê amade dikir bû. Niha dibêje ku ew Mason e. Qey dîn bûye. Di wî warî de ango ji heqaretkirina cihû û masonan ceza stand. Niha wisa ye. Rayeya girtina wê kanala televîzyonê ne di destê Diyanetê de ye, raye di destê kî de be divê ew wê kanalê bigre. Înşallah û maşallah qet ji wan kêm nabe û tu li wê derê dansozan didî leystandin. Tiştekî wisa dibe?”
“Em ê destekê bidin wan kesên ku li ser xêza Qur’an û Sunnetê bin”
Di hevdîtina ku hat kirin de rojnamegerek gotinên endamên FETO “Em xelaskirin, dora we ye” yên ku ji sazîyên siwîl û cemaatan te dibêjin di bîran xist û pirsek ji Erbaş kir. Erbeş pirsa rojnamerger wisa bersivand: “ Em baş dizanin gelek birayên me li ser xêza Qur’an û Sunnetê dînê mubîn teblîx dikin. Em ê destekê bidin wan kesên ku li ser xêza Qur’an û Sunnetê bin. Bes bila ji wê xêzê veneqetin. Derdê me ew ê ku em wan kesên ku ji wê xêzê dûr ketine tespît bikin û ji wan yên ku dikaribin bên rehabîlîtekirin rehabîlîte bikin. Lijneya Bilind a Karên Dîn gelek xebatên ciddî li ser rêxistinên terorê dike.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.