Erdogan: Digel Newrozê serdemek nû dest pê dike

Erdogan: Digel Newrozê serdemek nû dest pê dike

Serokomar Erdogan bi boneya Newrozê, peyamek niviskî weşand. Erdogan di peyam xwe ya Neworzê de bal kişand ser serdemek nû û ifade kir: Digel Cejna Newrozê serdemek nû dest pê dike.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan  di peyama xwe ya ji bo Newrozê de wiha got: Ez  hêvî û daxwaz dikim ku Newroz li welatê me ji bo aram û biratiya ku em demeke dirêj e ji bo wê têkoşîn didin bibe sedem û zexm bike."

Erdogan peyama xwe ya Newrozê wiha domand:   "Cejna Newrozê di çanda me de ji Rojhilata Navîn bigre heta Balkanan tê pîrozkirin. Newroz şînbûna sirûştê û şînbûna hêviyan e. Ez wisa bawer dikim ku ew hêviyên me yên ku bi biharê ve şîn dibin, di Cejna Newrozê ya ku em li bendê ne de biçe serî û bibe sedema heyameke nû ya li pêş me." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.