Erdogan: “Dîlên me hatin berdan êdî şertên me jî hatin guhertin”.
Erdogan: Dîlên me hatin berdan êdî mercên jî hatin guhertin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ragihand ku helwesta wan li hember beşdarîkirina di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de hatiye guhertin û wiha got: “Dîlên me hatin berdan êdî şertên me jî hatin guhertin”.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, duh dema ji Amerîkayê vegeriya li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê daxuyaniyek da û li ser şerê lidijî DAIŞê got, êdî helwesta me hatiye guhertin ji ber ku dîlên me hatine berdan û şert û merc hatine guhertin.
Erdogan diyar kir ku dê tezkereya beşdariya artêşê di şerê li dijî DAIŞê de radestî parlamentoyê bê kirin û parlamentoyê jî roja 2ê Cotmehê li ser gotûbêj bike û wiha axivî: “Ez hêvîdar im parlamento tezkereyê qebûl bike û bi vî awayî rê bide hêzên me yên çekdar ku tevlî operasyonên bibin.”
Tirkiyeyê heta ku 49 personelên wê yên di destê DAIŞê de nehatibûn berdan amade nebû helwesta xwe li hember DAIŞê eşkere bike û her cure pêşniyar û daxwazên hevkariyê jî red dikir lê piştî ku dîlên wê hatin berdan û Encumena Asayişa Navdewletî biryar da ku nabe çekdarên DAIŞê li ser welatên herêmê re derbas bibin, helwesta tirkan jî hat guhertin.
Yekemîn nîşana guhertina helwesta Tirkiyeyê li hember DAIŞê kêfxweşiya Erdogan a piştî êrişa balafirên Amerîkayê li dijî DAIŞê li Sûriyê bû. Erdogan piştî wê êrişê wiha got: “Em amade ne di warê siyasî û leşkerî de çi ji destê me were bikin.”
Serokomarê Tirkiyeyê anî ziman ku dînê îslamê dînê aştî, biratî û pêkvejiyanê ye û kuştina kesên bêguneh qebûl nake û wiha got: “Em nikarin bêjin ew bûyerên ku li ser sînorê me digel Sûriye û Iraqê çêdibin, me eleqedar nake.”
Tirkiye niha bûye cihê kombûna dijbereya Sûriyê her wiha 1.5 milyon penaberên sûrî li wî welatî hene, jibilî vê yekê di nav çend rojên borî de zêdetirî 138 hezar penaberên Kobanî jî derbasî wî welatî bûne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.